Niha tu radibî diçî. Here.
Qey çavên te dimînin ew jî diçin. Bila herin.
Halbûkî ez nikarim bêçavên te debar bikim, tu jî zanî
Xwedê zane em îro xweş hişyar bûn
Vebûna çavên me di hez kirinê de bû, tenê ji bo wê bû
Çûkek li ser tilîyên min danîbû, kûr kûr wîtwîtandubûn
Pevşabûnek hatibû êdî neçûbû
Di duhan de jarbûna me ya berîn tunebû
Te digot qey qet nebûbû
Halbûkî dilê min aha li vir lêdida
Aha li vir hêşînahîya dêhnnedayîya di çavên te de, galegalên xweş
Stenbol
Aha li vir jî goştê te zêde dibe ku dest tê didim galegalên te, cîhanên te
Wisa rastker, wisa bicîhker bû hez
Dema li pira Karakoy baran dibarîya
Heke bihîştibana dê asîman xwe bikira du felqe
Lewra em du kes bûn
Halbûkî îskanek av bes bû ji bo şil kirina porê te
Têr bûna me di serê kerîyek nên û du zeytûnan de bû
Ez te carek maç bikim dilê duduyan diman
Ez bibêjim du car maç bikim stûyê sisêyan ditewe
Di cîyê rûyê te diqede û laşê te dest pê dike
Memikên te hebûn
Memikên te qehreman bûn
Dawî
Dawîya wê qencî û xweşî
Yüzünün bitip vücudunun başl
Cemal Sureya
Werger ji tirkî: Dilbirîn Dilo