Xewnerastî

Bi pîjikê destê xwe kolana çalê domand. Li gel ew jî dizanibû dê tiştek ji vir dernekeve lê ew hîsa dilê wê rêya rawestanê lê birîbû. Ez fêm nakim mirov çima wisa ne, çima ji rastiyên xwe bawer nakin, li dû xeyalan difirin. A rastî a wê ne xeyal bû jî tenê hîsa vekolînê bû, hew dixewst bikole. Dikola dikola û dikola.

Piştî demekê westiyabû kortika wê jî fireh û kûr bûbû, êdî dikaribû dev ji kolanê berde lê dizanibû heke ji bo westana xwe kêmtir bike jî, bisekine dê nikaribe êdî karê xwe bidomîne. Jixwe jiyana wê wisa bû zû aciz dibû ji karan, navbereke kurt jî dibû sebeba karberdana wê. Belbî jî dixwest vî xûyê xwe yî rawestanê berde ji ber wê bêhna xwe venedida. Dikole, dikole nakole kela dilê wê sar nabe û rawestan xwe lê nade der, an jî ew naxwaze rawestana xwe bîne bîra xwe.

Ranewestiya, karê li ber xwe domand ta ku ji taqetê ket, hê jî destên wê bêyî hemdê wê diliviyan kortik dikolandin lê hişê wê çûbû bêyî ku haya wê jê hebe ku bê ka çi dike karê xwe didomand. Bi wecdeke wisa dikola ku mirov digot qey ew sofîyeke dergeha mala şêx e û bi cezbeyê ketiye. Êdî ji taqetê ketibû lê dilê wê bi hêza xortekî çardeh salî li ser karê xwe bû. Ranediwestiya. Dikola dikola û hew dikola.

Êdî laşê wê nikarîbû bi ya dilê wê bike, ji hal de ket û destên wê di berde hatin xwarê, çavên wê hatin girtin, serê wê di berde xelîya. Kete xewneke giran û xweş, xewneke weke xewna kodekan.

Va ye ji wir ve tê, simbêlên boq û sorhinekirî, bejn û bala zirav û dirêj, bi girêdana kurmîran. Hat, destê xwe da ber serê min, ez bi wê ramûsana xwe ya ferîştehî ji xewa şêrîn hişyar kirim. Ez dibêjim qey şefeqeta ser lêvên wî di dilê dayîkan de jî nîn e. Bi destê min girt, ez ji erdê ji nava wê dûxanê rakirim, min kortika xwe û westana xwe ji bîr kiribû, ez nizanibûm bê ew kî ye û ez li vî warê xalî çi dikim. Ez li hespê xwe suwar kirim. Ti nîşaneya tirs û gumanê di dilê min de nîn bû, îradeya min bûbû êsîrê lebatên wî û lebatên min bêziman mabûn, ketibûn bin emrê emrê wî.

Ev kurik kî bû, ji ku bû, çi kes bû, min nas nedikir. Bê yî ku tiştekê bibêjim ez tabiê wî bûbûm, ev ne karê aqilan bû lê aqil û hiş bi min re nemabûn. Ez bêdeng li pey wî li hespî suwar bûm. Bi çargavê di nava mêrgeke hêşîn de em dibeziyan, ti xem û hena di dilê min de nemabû ti hîseke dinyewî li gel min nemabû. Pişta hespî ji min re bûbû weke doşekek li ser ewran. Bêhneke buhuştî bi ser dinyayê ketibû, te digot qey ez bûme bûkeke bi xeml û bi zavê diya xwe re di buhuşta evînê de li ser kihêla pêxember difirim. Te digot qey li ser rûyê dinê tenê ez û ew, ez û malxoyê min hebûn.
Em diçin û diçin. Bêdeng bêaxaftin em her du jî nediaxivîn te digot qey heke dengek jî derkeve dê ev xewn di nêvî de bimîne. Tenê dengê nalên hêsp aîdê vê xewna derewîn bû. Erê erê teqez ev xewn e ku ez tê de me.

Min hêj tehma vê kêfê heta nava xwe hîs nekiribû ku dengê teqînekê hate ji nav daran, xewna min bi dawî bû weke tu kêrê bigirî û kezeba min ji cihê wê rakî, êşeke wisa bi min re peyda bû, tirseke wisa bi min re çêbû ku te digot qey ez pelek im ji bo ji guliyê dara xwe newême xwarê di ber bayê de li ber xwe didim ew qas diricifîm. Xortê min ji ber min kete erdê, ez mam tenê hespê min di cihê xwe de ma serê tewand bi ser suwarê xwe yî di nava gola xwînê de vezelandî.

Linga wê ji ber çû, ket hundirê kortika vedayî, ji xewnê hişyar bû kû ser wê hemû bûye tox û xubar hêsir ji çavan têne xwarê. Roj êdî li ber roava bû. Li kortika xwe nêrt, li der dora xwe nêrt, fêm kir ku êdî dereng e, divê here mal. Xewna xwe ya nîvçe di kortika xwe de binax kir, sê dilop hêsir bi ser de rijand û berê xwe da gund.

Muxtar û gundî êdî ketibûn tatêla mamaosteya dibistanê, ji dana êvarê ve ye ku wenda ye û kesî jî nediye bê ka bi ku ve çûye. Li ber mizgefta gund li hev civiyabûn, kar kiribûn ku dê biçin li mamosteyê bigerin.

Heta gihişte gund êdî şev tarî bûbû, gundiyan dît ku va qeretûnek ji jêr ve tê, çend kesan ber bi wê ve lezand û çûn cem wê, ti deng ji mamosteyê dernediket. Wan jî hevaltiya rêwîtiya wê kirin û hatin gel civatê. Kesî tiştek ji halê wê fêm nekiribû, di nava axê de bi çavên hêsir û bêdeng dimeşiya, bersiv nedida pirsên kesî heta li rûyê wan jî nesinêrt, te digot qey miriyek e û ji gornê derketiye. Tenê carek serê xwe bilind kir û çav li Mistefakê Elî ku ji Bîrguriyan e û hatiye mêvandariyê ket. Çawa wê Mistefa bi simêlên boq sorhinekirî û bejin zirav li ser hespê kihêl dît ji xwe ve çû, kete erdê.

Portreyeke nîvçe

Di hewayê de bêhneke hişk a barûtê digevize, difnan dide ber şermê. Poz ji ber hewisandina bêhna parfumên xweş nikarin vê bêhna gemarî binasin. Çûkek perfireh bêhna barûdê diqelêşe di pencerê re ber bi asîman ve difire a rastî mirov kare bibêje ji ber bêhnê direve ber bi azadiya xwe ve.

Bi hêza xwe ya herî dawî serê xwe bilind kir û li wargeha çûkê mêze kir, demança wî hêdîka xwe ji destên wî filitand û erd ramûsa. Dengê maçeke hesinîn ji aswaltê hat. Tabî ew ne di bala wî de bû, çongên wî hêdî hêdî nisikîn û di dawî de çavên wî li esmên laşê wî li erdê dirêj bû.

Ji cênîka wî ya rastê xwîneke zirav ji xwe rê çêdikir û heta bi ser lêva wî hatibû. Lêva wî bûbû weke bedena amedê û pêşî li xwîna hunermend a dixwest portreyek realîst li rûyê wî birismîme girt. Bişirîneke bi keser li ser lêvên wî lûsyabû. Çavên wî weke tişteke erjeng bibîne bi tirs û xof tije bûbûn.

Piştî ku van risteyan li pey hev rêz kir, pişta xwe serê ji ser komtpîtura xwe rakir pişta xwe li da pişta paldankê û li ezmanê jûra xwe nêrî. Di mejiyê wî de wekheviyên jiyanê û portreya çîroka wî bi hev re ketibûn nava danûsaneke bêdawî, te digot qey dê ev rastî û nerastî qet ji hev safî nebin û heta dinya hebe ew jî di nava serp wî de di bazarê de bin.

Hêdîka cixareyek ji pakêtê kişand û destê xwe ji çîrokê şûşt, kete nava fikarên rasteqîn.
Tiştê ku ew sewqî nivîsîna vê çîrokê çi bû? Ma hewce dikir çîrokeke xwekuştinê binivîse? Kê ev mijar pê dabû nasîn?

Riza hêj zarokek 16 salî bû, diçû pola sisêyan a dibistana amadeyî. Kes nizane sebeb çiye lê dema nivîskarê vê çîrokê ew bi dengê cîrana xwe xaltiya Xemsa ji cihê xwe veciniqibû û bi ehlê taxê re ketibû jûra Riza wî Riza weke vê portreya xwe dîtibû. Riza hevalê wî yê taxê bû, di navbera wan de dostaniyek nîn bû lê dîsa jî mirov karibû bibêje ew jî yek ji hevalên wî ye.

Di ser întîhara Riza re 30 sal borîbûn lê nivîskarê me xwedî bîreke kûr bû, ji bîr nekiribû, niha jî dema li ber kompîtura xwe rûniştibû derhişê wî dîrektîfên nivîsîna vê mijarê dabû tiliyên wî. Ji lewra ye dema xwe gihande rastiya xwe çîrok nîvî ma, ji sêwîbûna Riza bêtir dilê wî bi emirkiniya çîroka wî şewitibû. Ma kê jê re gotibû aqilê xwe hilde serê xwe hema bi qasî deh deqeyan jî nikaribû hişê xwe, kompîtura xwe û tiliyên xwe di bin fermandariya derhişû xwe de bihêle!!

Cixara xwe ya li ber qedandinê di xwelîdankê de tafand û pêl li bişkoja deletê kir. Çîroka Riza şand binhişê derhişê xwe heta rojeke din ku derhişê wî vê portreyê ji nava zibilxaneyê bilind bike, paqij bike û bi tiliyên wî bide nivîsîn.

Tiştek hêjayî nivîsînê jî êdî nema were hişê wî, pêl li bişkoja qefaltinê ya kompîterê kir, ekrana kompîterê reş bû. Bi çêreke nîv erotîk qapûtê xwe girt û di deriyê der re derket der, berê xwe da qehwa taxê ya ku 50 sal in cihê xwe mihkem kiriye nehiştiye di şûna wê de ji bilî qehwecîtî tiştekî din bêkirin.

SÛNA

Ez ji we re behsa Sûnayê bikim ewil, Sûna kî ye ji bo min çiye!
Sûna, bêdengî û nuxumandina min e. Herî ewil tovên evînî ango hezê bi Sûnayê di dilê min de hatibûn reşandin.

Keçikek ji bajêr hatibû gund, nûh bû, êdî dê li dibistana gund bixwenda û bibûya mêvana dilê min. Mêvanek ku haya wê jî jê nîn e belbî ew, ew mêvan bû ku ez jî ditirsiyam ku li mazûvanîya xwe mikur bêm.

Di nava hevalan de hezkiriya herkesî hebû ji bilî min, her yekî ji hevalan keçikek ji xwe re neqandibû, ez nizanibûm hez bikim -hê jî nizanim hez bikim- min ji xwe re kes neneqandibû heta roja ku çav bi Sûnayê ketim.

Ez jî bi hestên zarokatî êdî tev li kerwanê evîndaran bûbûm. Min jî yek ji xwe re neqandibû lê ti xeber haya wê jê nîn bû. Tabî vegotina wê eleqeya min a ji hevalan re jî ne hêsan bû – di encamê de ez bizanibûm hez bikim û fediyok bûm- lê min bi awayek ji hevalên nêz re eşkere kir.

Sûna rind bû û ez yekî kirêtî zikmezin bûm ti îhtîmala ku ew jî evînê li min vegerîne nîn bû, min jî heza xwe veşart.
Piştî du-sê salan Sûna ji gund çû û min ew qet nedî.

Min heza xwe bi dilê xwe nuxumand û êdî ne Sûnayê ji min hez kir -jixwe haya wê ji evîna min jî tunebû- û ne jî min ji yeke din hez kir.

Di navbera nedîtina min a ji bo Sûnayê re 17 sal derbas bûn û ez bi xeberekê hisiya, Sûna bi pey mêr ketiye.

Ew dilê ku min Sûna tê de hepis kiribû û ew li wir jibîr kiribû, qufleyên riziyayî şikenand, zirza derî êdî nema bê girtin û vebe. Derî hew ma vekirî û hew ma bêxwedî.

Di dûv çûyîna Sûnayê re gelek jin hatin di deriyê dil re ketin hundir lê derî şikestî nikaribû wan di wir de bigire, dîsa weke hatin ji derî derketin û çûn.

Dibe ku dil hê jî li benda Sûnayê be ji lewra nikarim bibim evîndar.

Xeyalek, Xelekek

Rengekî kurdewarî li xwe pêçabû û ber bi xwe ve diçû. Kes hay jê nebû lê herkes her tişt di bala wê de bû.  Rojnameyek ji dikanê girt û berê xwe da zaningeha xwe. Heta gihaşt kantîna zaningehê bi sedan tişt di hişê wê re derbas bûbû. Lê wê mejîyê xwe li tiştek tenê hûr kiribû. Tenê ew çîrok ew leheng bûbû benîştek bêhnxweş û bi mejiyê wê ve zeliqîbû.
Welat!

Axxx ev peyva hanê çi şêrîn dihat jê re. Bi welat re tiştina xwe di mejîyê di mejiyê wê de bi cih kiribû ku çiqas diçû hejmara wan zêde dibû. Cot cot, çar çar di mejî û dilê wê de zêde dibû.
Ax!
Dewlet!
Milet!!!!

Axx welat axx !
Ger tu azad bibûya wê mejiyê min jî azad bibûya, ez bibûma kurdek serbilnd û min ê jî weka her zarokek xwedî dê xwe biavêta hembêza te û têra xwe bi milê te ve bigiriyama, min ê jî wek her hezyarî di guhê te de helbestên evînî bixwenda. Min jî wek her….

Lê ne welat azad bû ne jî mejîyê wê karibû xwe rizgar bike ji fikr û xeyalên westanker.
Di masa xwe de rûnişt rojnameya vekir xwend û mîna her kurdek dilşewat dilê xwe bi xwe û welatê xwe şewitand.

-Mîna tu çima digirî?

Bi dengê hevala xwe Nazê bi xwe hesîya. Hêj nûh ferq kir ku hêsir ji çavan diherikin.

Bi çavên şil li Nazê nêrt û bi girî xwe avêt hembêza hevala xwe. Îcar bi dilek rehet karibû rondikên binevşî birijîne ser milê dostekê ku di rêya azadîyê de bûbû heval.

Zendên Bêzêr

Hin dîmen hene ku mirov nikare ji bin bandora wan derkeve, bandora wan dîmenan heta hetayî di binhişê mirovan de dimîne ku mirov ne dikare xwe ji wan azad bike ne jî dikare wan ji hişê xwe biqewitîne.

Rojeke payîzî ez û birayê xwe ji nav rêz hatibûn mal hêj em negihiştibûn mal me girseyek li ber derê me dî. Serê bavê min di ber wî de, dengê jinên gundiyan li asîman e. Aha wê demê tiştekî nuqutî dilê min…
Dîya min.!
Dîya min nexuyabû. Ne dengê wê dihate, ne jî pêjna wê xuya dikir.  Ji bo em meseleyê fêm bikin ez û birê xwe bi bezê çûn malê. Peyva ewilîn ku ku ji devê min derketibû “yadê” bû.

Dîya min li erdê di nava gola xwîneke sorî reşkokî de vezelandî bû. Min di jîyana xwe de xwîneke ewqas pir û ewqas sor nedîbû,  min pir caran dîbû ku heywan hatine serjêkirin lê min xwînek wisa zêde ti car nedîbû. Kêra bavê min ya kalanî di sînga dîya min de çikandî, rûyê wê hê jî bi wê êşa dawîn qurmiçandî, çavên wê ji tirs û êşê beloqî…

Bavê min diya me, jina xwe, qîza Ezoyê Şûrtûj kuştibû…..

Ji wê rojê û vir ve min êdî bavê xwe nedî û ez qet bi pey dîtina wî jî neketim…

Yek ji wan dîmenên nayên ji bîr kirin jî wê kêlîya ku xuşka min bêyî ku dê û bavê wê li cem wê bin, zewicî. Li ser rûyê wê ti îşareteke bextewarîyê tune bû. Bi hesreta dê bi hêrsa li bavê daweta xwe kiribû. Wê kêlîyê wek ku bi pênûsek bizmarî di mejiyê min de hatibe neqeşandin di hişê min de cihê xwe girt.

Wek ku min ewil jî gotî, hin kêlî hene ku mêjî nikare xwe jê bişone û ji xwe re xeyalên ji bilî wan dîmenan biafirîne.

        *****


Min li derî xist, li gel ez zanibûm ew li mal e jî dîsa derî venebû ji min re. Min derî lê dida her diçû ez hêrs dibûm û min derbeyên xwe zêdetir û stûrtir dikir. Lê ti deng û tevger ji hundir nedihat. Min kilîta xwe li qula derî xist, dengekî mekanîk ji zirza derî hat “klîk” ez ketim hundir. Bi wê hêrsê ez bi axaftinên xwe yên tewşomewşo û heqaretwarî  çûm oda razanê, lê ne li wir bû, ez navê wê dibêjim, deng jê nayê. Min li odeyan û metbexê nêrt. Ne li wir jî bû.

Êdî teselîya min ji lêgerîna wê ket, ez çûm hemamê. Rebbbî ev çiye, çavên diya min niha jî bi aramîyeke ku mirov ditirsîne li gel kenek nîvçemayî li ser rûyê wê cihê xwe girtibûn.

Xwîna ku ji wê çûbû ji ber tevlêbûna avê jî du qatî li ya diya min bû. Bêhemdê xwe çavên min li kêrek digeriyan, kêrek wek kêra bavê min kujer û mezin….

Li zendên wê du xêzikên ziravik ku ne bi kêrê lê bi gûzan hatibûn xêzkirin hebûn. Min destê xwe bir ser şahdamara wê lê ti liv di tamaran de tunebû…

Nizanim ji ber çi bû çiqa diçû êdî ez sekan bûbûm,  wek dîtina ewil ez ne bi dehşet bûm. Li ser dezgehê qaxizek bi destnivîsa wê hatibû nivîsandin hebû.

“Ji ber ku êdî nikarim bijîm ezê mirinê biceribînim, belbî bi kêrî min bê.      Rewşen”

Min jî bi pênûsa wê bi destên xwe yên bi xwîna wê sor bûne nîşeyek nivîsand.

“Ji ber nikaribûm yên diçin vegerînim va ye ez jî diçim.       Rêzan

Çavên min hêdî hêdî tarî dibin, serê min dizîvire, ez xwîna ku ji rehnên min diçe hîs dikim…

******

Wek hûn jî dibînin çawa ku ez nikarim yên çûne vegerînim herwiha nikarim li pey wan jî biçim. Qey ezmûna min jî ev e, afirîner min bi dîmenên ku ji bîra mirovan naçin diceribîne. Çavên diya min, kêra bavê min, hêsirên xuşka min, bişirîna rewşenê, xêzikên gûzanê yên li ser zenda min û hwd.

****


Dema ez çûme hundir, cîranên me yên bi dengê min dihisin, hinekê li benda min disekinin ku him mijarê fêm bikin bê ka gelo ez ji bo çi hêrs bûme him jî naxwazin rasterast têkevin navbera min û jina min lê piştî ku deng ji min dibile dixwazin bên cem me da ku şîretan li me bikin. Tên ber derî dibînin ku derî vekirîye, qey dema ez ketime hundir min ji hêrsan ji bîr kirîye ku derî bidim ber. Bangê me dikin, dinêrin deng ji me nayê û ew jî bêdestûr dikevin hundir, li nav malê digerin ta ku tên hemamê jî. Jixwe dewama wê hewce nake ez bibêjim ez va bi du nîşaneyên ser zendên xwe li vir im. Ceribîna Rewşenê jî serkeftî bû…

Dostanî

Qehwecî hê nûh qehwe vekiribû ji bilî min û wî kes tunebû.  Ji ber ku me nexwestibû em li malê xurînîya xwe bikin a rastî ji ber acizîya wî ya duh êvarê ya ji ber wê keçika por zer a çavşîn me dil nekiribû em di mal de bimînin ( êvarê em li ser tiştî axivîbûn a rastî ew axivîbû û min guhdêrîya wî kiribû), bêyî ku em ji tiştek biaxivin me cilên xwe guhrtibûn û em serê sibê  demildest ji mal derketibûn. Armanca me tenê dûrketina ji mal û ji bêdengîyê bû. Me çend simît û poxaça sendin, em hatin vê qehweya ji taxê dûr. Di rê de jî kesî ji me neaxivî, wek ku me di navbera xwe de peymaneke veşartî destnîşan kiribe deng ji me nedibilîya.

Cixareyek ji tutûna Helhelê pêça xiste nava lêvên xwe bê yî ku vêbixe wisa sekinî, hilmek kûr kişand hundurê xwe û li min nêrî.  Wek ku ew li benda pêçandina cixara min be li çavên min dinêrî, çavên wî wek ku alîkarîyek ji min bixwazin bi dilêşî li min dinêrin. Bêhemdê xwe destê min jî qutîya cixarê girt û dîsa bêhemdê xwe, xwebixwe cixareyek pêça. Wî berê cixara min pêxist di dûv re a jî a xwe.

Hêj min cixara xwe nêvî nekiribû wî cixareyek din jî pêça, li ser masê danî û dîsa li çavên min nêrt ev nêrîn ne nêrîna berê bû ev nêrîn nêrîna şirîkatîyê bû ew xemgînîya li rûyê wî wenda bûbû. Niha jî bişirînek li ser rûyê wî rûniştibû te digot qey me sûcek kiriye û ji bilî min û wî kes pê nizane wisa dibişirîya. Min şirîkatîya bişirîna dostê xwe yî zarokatî kir ez jî di ber xwe de kenîyam û min jê pirsî;
– Dîsa çi hat bîra te,  Zoto?

Bişirîna wî veguhezî kenînekê ku mirov dibêje qey ji kenan nikare nefesê hilde, wisa bi hîqe hîq wisa bênavber. Ev rewşa wî ya hanê ez bêtir xistim nava meraqê min pirsa xwe dubare kir;
– Tu bi çi dikenî dînê heram, ji sibê ve ye ti deng ji te dernakeve,tu wek miriyên bêrih tevdigeriya niha jî tu dikenî û ti tiştek jî nabêjî.

Kenê xwe qut kir û dîsa li min nêrt;
– Wele ez te pîroz dikim Rûto, va tu bûyî sîh û heft salî hê jî te ji jinek hez nekir, te bi destê jinek jî negirt û te ti car jî ji ber bêjinî gilî û gazinek jî nekir.  Binêr li min heta niha bi dehan xoşewîstên min çêbûn, min her dem xwe bextewar hîs dikir lê wek te jî dî her dema ku jinek dev ji min berdide ez dikevim halê nehal ez dibim wek miriyên li ser pîya. Ê te qet derdek te yî wisa tune û tişta herî balkêş jî ew e ku her dema wisa tê serê min ez li derê te didim,  bêyî ku tu tiştek bibêjî tu ji min re dibî derman. Tu çawa karî wisa bibî, ji jinek jî hez nekî, jinek jî nexî jîyana xwe tu çawa karî wisa ji jinan û jinbûnê fêm bikî?

Min hinek lê nêrt min li cixara li ber wî nêrt min bi tevgerek lawaz cixare xiste nava lêvên xwe û wek kodekek memika dîya xwe bimije min jî qûna cixarê maç kir û pê xist, îcar jî ew ketibû nava meraqan,  bê wê çi ji devê min biherike malzaroka guhên wî.

– Ez hê biçûk bûm, min carek ji bavo pirsî , min got yabo, ji bo pêşerojek miştserkeftin çi divê?
Got; piştên miştavik û malzarokên mişthêk!

Min jî pişta xwe da pişta bavo û berê xwe da malzaroka yadê û ez bi bilikê xwe lîstim.  Pişta yabo pûç bû û bi demê re rizîya ez bêpişt hiştim lê malzaroka yadê ji min re bû ax û fêkîyên xweşik da min bilikê min jî bi çûyîna bavo re rizîya û ez jî bûm yekî hişk. Pişta min ji avikê zuha bû û malzarokek mişthêk jî rastî min nehat. Tu bêjî tu çawa ji jinan fêm dikî? Ez her roj bi hîsên yadê radikevim û radibim. Pişta min a zuha nebû sebebê serkeftinê lê min jî xwe qet û qet ji malzaroka jinan dûr nexist ne wek mêrek çavavik lê wek birayek, lawek, hevalek ez wisa li ber jinan bûm.  Ev yeka hanê ez mirim yekî pispor, pisporê jinbûnê.

Tu dibêjî te qet ji yekî hez nekir,  na ne wisa ye min hez kir,  min ji yeka weka yadê hez kir û min  xwest ew jî mîna yadê min bi dilê xwe, bi heza xwe bimijîne lê çi bikim wê ez ji xwe re nekirim mirî û ez di gorna dilê xwe de veneşartim. Ez jî bûm mirîyek bêbilik û bêmalzarok, ez jî bûm mirîyek bêgorn çimkî dibêjin axa laşê mirov ji ku be gorna mirov jî wir e wê ez bêgorn hiştim û laşê min jî li axeke din negerîya.

Zotoyî dosto wisa li min dinêrt ku tu dibêjî qey wî ez bêgorn hiştime, tu dibêjî qey wî ez bêpişt û bêax hiştime wisa sûcdar û melûl li min dinêrî.

– Rûto, te çima qet ji min re behsa evîna xwe nekir?
– A min ne evîn bû serborîyek ne xweş bû, min pêdivî nedî ku ez ji kesî re vebêjim, a rastî min dixwest vê mirîya hundurê xwe di gorna guh/dilê hinan de binax bikim lê kesî ji min nepirsî. Ji we welê ye ez yekî bêdil im, nizanim hez bikim, nizanim bigirîm, nizanim bikenim ji kêfan, ji we welê ye ez ne mirov im çimkî min qet hestên xwe ji we re negot.
– Ew kî bû, ew keçika ku tu bêgorn hiştî, tu bêmiraz kirî kî bû?
– Dev jê berde Zoto, her tiştî jî nizanibe kuro.
– Jixwe ez heta niha tiştek nizanibûme kî, min digot qey li ser rûyê erdê yê ku herî baş te nas dike ez im lê va xuya ye ez tiştek jî nizanim. Serê min biêşe têm ba te, hêj keçikek ku pê re axivîbim û bi te nedim nasîn tune, çiyê min hebe ez têm ji te re dibêjim lê te tiştek jî ji min re negotîye, te ne qala pişta bavo kiriye ne qala malzaroka yadê ne ya bilik ne jî ya ku tu bêhêvî hiştî kir. Tu hevalek çawa yî ku tu karî bûyerek bîst sal berê qewimîye ji min vedişêrî?! Tu dostek çawa yî ku te qet ez ji xwe re nekirime hemraz?!

Îcar jî ez li ser paldanka sûcdar hatibûm rûniştandin û wek min xîyanet li dîroka xwe kiribe min xwe sûcdar hîs dikir. Zoto,  hevalê minî herî qedîm, hevalê minî herî nêz niha ez bi çavên xwe yên pirsyarker dadiraztim.

Êdî çayê amade bû, qehwecî gihaşt alîkarîya min,  çayên me hanî. Min wek ku ji bavê xwe bi dizî tiştek kiribe û bavê min pê bihese wisa sûcdar wisa bi tirs dest bi xwarinê kir, Zoto jî ji çaya xwe vexwar, bi çavên muşfîq yên weka yên yadê li çavên min ên revokî nêrt û got;
– Li min bibore Rûto, min qet tu nas nekirîyî ,min qet li derdên te nepirsîye, lê ji niha pê ve derdê te derdê min e, tu yê dilê xwe ji min re vekî û hestên xwe jî bi min re parve bikî, ezê bipirsim tu yê bibersivînî.

Destê xwe li milê min da û bi bişîrîna dostanîyê bişirî dest bi xwarinê kir.

Şevşerab

Dîsa şevek ji wan şevên xembar û bi girî ye, şeva şerabê ye, hêj wî dest bi vexwarina şerab û rijandina rondikan nekirîye û ez jî nekirime cuhîyê li ber dîwarê girîyê ezê bi kurtasî behsa wî/xwe/şevênşerabî bikim.
Di van şevên ku wî ji bo min û xwe kirine şevên şînê, di seetên zûtirîn de ew şeraba xwe datîne ser masa xwe bi qurtên biçûk dest bi vexwarinê dike her ku şev derengî dibe ew jî hêdî hêdî vexwarina xwe û vegotinên xwe yên ku bi dirûşmeya sêwîyekê li hember jiyanê ji xwe re xwebixwe digirî,xwebixwe diaxive û xwebixwe gazinan dike. Li gel dizane dengê wî ji bilî wî naçe ti kesî (haya wî ji min nîn e), dîsa jî bi heman terzî bi heman monolog/monogazind/monogirî/ monomonîyê ji zarokê hundurê xwe re vebêjekên nelicîh, mikûrhatinên nebihîstî, peyvên mê/jin/qîzînî diyarî dike. Rondikên şil/tazî/stûxwar ji malzaroka çavên xwe diwelidîne û ji wî zarokî re şerjê dike, dike qurban. Nizanim ji çi ye çima wisa dilê xwe bi xwe dişewitîne û xwe li ber dergeha zarokê hundurîn/mirî/kêmvejîn dike kûçikek ji kûçikên Bektaşîyan!?

Mirov dema tenê dimîne nexasim mirov dema tenê vedixwe hemû bîranînên jibîrbûyî dibin hêsirên çavan,êşên dilan, xwezîyên dilşewat û dibin mêvanê dil û mejiyê mirov. Teqez yê wî jî wisa ye, tenê ye û tenê vedixwe. Min hêj nedîye ku wî kes li mala xwe kirîye mêvan an jî ew çûye mêvandarîya kesî ji bilî Gulîzera qehbik. Ew jî hema bêje mehê carek an ew dihatin mala wî an jî an jî ew diçû li mala wê şevder dima. Min qet nebihîstîye wî behsa jinan jî kiriye ji zarokê hundurîn/sêwî/hêtîm re. Di heftê de du şevan vedixwe, dema vedixwe jî wek filehek bixwaze gunehên xwe bide efû kirin wî jî temmamê tiştên jîyaye û difikire li ber zarokê hundurîn,( ku ez bawer im ew jî zarokatîya wî ye) vedireşe.

Her şeva ku şeraba gunehbar/guhkerrkar vedixwe wisa lê tê. Ez dibêjim dîsa bîranînên wî yên xembar/serxweşkar tên û mejiyê wî dagir dikin û wî didin ber kêra belengazîyê. Dema ez wî di vê rewşê de dibînim ez jî dibim wek wî, dibim hêtîmek ku neh mehan di malzaroka qehbedêyek de ji mazûvanîya dayîka xwe nerazî. Ez jî dilê xwe bi xwe/wî/zarokêhundurîn tînim û hêsiran dibarînim. Qey ez jî ne ji ber tenêtîyê lê ji ber ku ew, tenêtî û bêkesîya xwe di çavên min re dike hestyar dibim, dibim evdek gunehkarê jibîrkirinê û xwezîya xwe bi tenêtîya wî tînim.

Dema bîranîn wek refên hechecikên ji hecê vedigerin dilê netemam, mirov çiqas temam be jî xwe kêm hîs dike, dilê mirov dibe wek welatek dehparî. Jixwe ku ev bîranîn, qedera mirov be mirov nikare xwe ji bin nalên hespederdan xelas bike.

Gelo hûn pê dizanibûn ku ew jehreke û ji marê bavek nediyar herikîye Qul/kun/ goristana qehbik/ferîşteh/perîyeke bêguneh ? Hûn dê ji ku zanibin?! Wî ji kesî re ev çîroka xwe negotiye ji bilî min, a rast ji min re jî negotîye. Lê ezê ji we re bi kurtasî behsa wê şeva ku ez kirim şirîkê êş/guneh/xema xwe jî bikim. Dîsa di şevek wisa tije girî de bêhna şeraba xwe berdabû ser taxê û bi wan monomonokên xwe zikê şevê diqelaşt, bi dengê xwe yî wek dengê kodekan digiriyan û gazinên xwe dikir. Ez wek her demîn li cihê xwe sekinandî û li benda axaftin û girîyên wî bûm. Min nêrt bîstek sekinî hêsirên xwe paqij kirin, îskana şeraba xwe ji şûşeya nûh tije kir, qurtek mezin jê vexwar , bi qêrînek ku te digot qey piffa îsrafîl e li gerdûnê, ji gerdena wî welidî guhê odeya wî tije kir. Got: ” ez kurê bavê diya xwe me diyarîyeke neşûştî me ji cîhana ku wek malzaroka diya/xuşka min bi sperma bavo/kalo hatîye teberruk kirin.”

Ev çi peyv bû min fêm nekir bavê dîya mirovî çawa dibe bavê mirov ?? Min wê şevê serê xwe bi wê gotinê êşand, li ser fikirîm di dawîyê de min fêm kir bê mesele çi ye lê heta min fêm kir ew raket û carek din jî wî ev dîyarîbûna xwe nehanî zimên lê min jî qet ji bîr nekir.
Ji wê şevê û bi vir ve ez her şeva şerabî ji bo wî bîncê kalo/bavo rondikan dirêjim lê rondikên min naherikin, heke rondikên min zuha/hişkînl nebin dê qaxizê ku ez lê hatime rismandin şil bibe an dê qaxiz biqete an jî dê murekepa ku sûretê min pê hatîye neqişandin biherike û sûretê min ji holê rabe. Heke ez jî ji holê rabim/ biqedim/ bimirim dê kî karibe derdê vî belengazî vebêje?

Ez kî me? Ez netiştek im ji bo casûsîya derdên wî bikim, li ser qaxizek zer bi hubreke sor hatime xêz kirin ji bo gunehên bavo/kaloyan ji dilê gunehbaran bidizim û dîyarî bikim ji malzarokên mejîyên pak re. Şşşş dengê xwe nekin va dîsa dengê şûşa şerabê tê….

Germa Havînê

Dîsa rojek ji rojên havîna germ Meta Meyro ji ber germê û xerabûna klîmayê derî pace tev de vekiribû, xwe û memikên xwe yên gir dabû ber baya ku ji bakur ve tê. Rehmek li avahîsazê xênî Hecî Nisret hanî. Tabî ne tenê ji bo pace kiribû bakur ji hin tiştên din jî bû rehme û xwezîya xwe dîsa bi wan rojên bi Hecî Nusret hanî. Gel û xwendeyên guhdêrîya klama Helîmcanê dikin û dibêjin “ramûsanek ji dev û lêvên şekirîn, yanaxên ehmdî xerxefkê ber guharan lê kerem kim”

Piştî ewqas xwezî û bîranînên mişt tije bi kêf, berê xwe û memikên xwe yên wek çîyayê gilîdaxê da bi hundir ve û li Xalê Celîlê ku ji xeynî qumandoya televîzyonê ti amûrek wî ya pevşabûnê nemaye mêze kir. Ofînek ji kezebê kişand û nifirek li bavê xwe yî (ne)rehmetî kir. Nizanim ji germa havînê ye an ji germa agirê wê ye Meta Meyro dikir bişewitîya. Gel û xwînerên li benda fantazîyên tazî lê nivîsek nîvtazî dixwînin.

Herçiqas bi dîtina Xalê Celîl yê ku bi qoltixê re bûye yek, moralê Meta Meyro xera bibe jî agirê wê wek wan bîranên bi Hecî Nisret û yên din gur bû. Çend caran di ber Xalê Celîl re hat û çû lê nêrt ku dîsa hesek jê nîn e hêvîya xwe jê birî û ji bo aveke hênik li xwe bike berê xwe da serşokê ne ji bo tişteke din ha. Gel û xwînerên guhdariya kilama ” temîya min liber be serê xwe bişo avê nerêj ” dikin.

Piştî li xwe kirina ava hênik Meta Meyro dîsa ji serşoyê derket lê hê jî agirê bedena wê venemirîbû gel û xwendeyên guhdêrên kilama “va ji hemamê derketî cot wey lim wey li min”

Meta Meyro bi hinceta hinek hênik bibe û tiştina bi rayê Xalê Celîl bide da ku agirê wê jî hinêk bê daketin,  pişkoja îçlikê heta zikê xwe vekir û bi kiras û binkirasê xwe yî ku ew jî nizane kê ji ku kengî jê re girtîye hew zanibû yê girtîye ne Xalê Celîl e, ji xwe û mêrê xwe re kir baweşîn lê….
Lê dîsa jî pisîka Xalê Celîl nenewî û hêrs û agirê Meta Meyro bi hevbre rabûn.  Gel û xwînerên kilama “xwedê bela havîn û zivistanên bê te bide” guhdarî dikin.

Bi wê hêrsê Meta Meyro hingî baweşîn kir ku dest û milê wê êşîyan û ket ber destê tixtoran, gel û xwendeyên gohdariya kilameke ser tixtoran dikin û dibêjin xwedê bela te bide Dilo, te dîsa di vê germa havînê de agirê me bilind kir danexist û diçin guhdarîya kilama Ciwan Haco ” sê caran wê maç da min, sê caran wê lêv da min” dikin.

Ölümlülerim

Ölümlerine ölüyorum bugün
Tıpkı ölmüşlerinin ruhuna değsin diye içtiğimiz meyan kökü şerbetleri gibi Tatlımtırak bir tadı var ölümümün

Neymiş?!
Ölümlü dünyaymış
Hey gidi ölümünü sevdiğim
Hey gidi ölümüne yandığım dünya

Ölümlerim var hiç dokunulmamış
Ölümlülerim hiç yaşamamış

Ölümüne içiyoruz dostlarımızın, dostlar…
Tıpkı eskiden sağlıklarına içtiğimiz gibi

Ay ölür
Güneş ölür
Yıldız ölür
Kuş ölür
Ama….
Ama şair ölmez arkadaş
Şair ölürse evren ölürmüş bilmez misiniz?!

Ölülerim var bugün
Ölümlerim var bugün
Ölümsüzlerim var bu gün, arkadaş…

Ölüsünü öptüklerimin
Ölüsünü de gördüm bu gün
Ölümlerine ve şereflerine içeceğim, arkadaş

Şerefe….

Xêra şev û rojê

Şêrînê tu çi delal î
Ji kêfa min tu dinalî
Kê got hevşabûn heram e
Bi maçan li min helal î

Ez bi maçan te mest bikim
Ji gerdenê qest bikim
Destan li te bigerînim
Memikên te jî  gez bikim

Berî ku ez te gez bikim
Bibêjim ji te hez dikim
Pevşabûn û hez meram e
Berê maçek li lêvan kim

Lêvan bimijim wek berxek
Biborînim b’te re şevek
Buhuştê li xwe heq bikim
Bi te re bim şev û rojek

Rojek li jêr bim yek li jor
Ji jor ta jêr maç kim dor b’dor
Te şenga xwe şanaz bikim
Li ser te bikim or e or