SÛNA

Ez ji we re behsa Sûnayê bikim ewil, Sûna kî ye ji bo min çiye!
Sûna, bêdengî û nuxumandina min e. Herî ewil tovên evînî ango hezê bi Sûnayê di dilê min de hatibûn reşandin.

Keçikek ji bajêr hatibû gund, nûh bû, êdî dê li dibistana gund bixwenda û bibûya mêvana dilê min. Mêvanek ku haya wê jî jê nîn e belbî ew, ew mêvan bû ku ez jî ditirsiyam ku li mazûvanîya xwe mikur bêm.

Di nava hevalan de hezkiriya herkesî hebû ji bilî min, her yekî ji hevalan keçikek ji xwe re neqandibû, ez nizanibûm hez bikim -hê jî nizanim hez bikim- min ji xwe re kes neneqandibû heta roja ku çav bi Sûnayê ketim.

Ez jî bi hestên zarokatî êdî tev li kerwanê evîndaran bûbûm. Min jî yek ji xwe re neqandibû lê ti xeber haya wê jê nîn bû. Tabî vegotina wê eleqeya min a ji hevalan re jî ne hêsan bû – di encamê de ez bizanibûm hez bikim û fediyok bûm- lê min bi awayek ji hevalên nêz re eşkere kir.

Sûna rind bû û ez yekî kirêtî zikmezin bûm ti îhtîmala ku ew jî evînê li min vegerîne nîn bû, min jî heza xwe veşart.
Piştî du-sê salan Sûna ji gund çû û min ew qet nedî.

Min heza xwe bi dilê xwe nuxumand û êdî ne Sûnayê ji min hez kir -jixwe haya wê ji evîna min jî tunebû- û ne jî min ji yeke din hez kir.

Di navbera nedîtina min a ji bo Sûnayê re 17 sal derbas bûn û ez bi xeberekê hisiya, Sûna bi pey mêr ketiye.

Ew dilê ku min Sûna tê de hepis kiribû û ew li wir jibîr kiribû, qufleyên riziyayî şikenand, zirza derî êdî nema bê girtin û vebe. Derî hew ma vekirî û hew ma bêxwedî.

Di dûv çûyîna Sûnayê re gelek jin hatin di deriyê dil re ketin hundir lê derî şikestî nikaribû wan di wir de bigire, dîsa weke hatin ji derî derketin û çûn.

Dibe ku dil hê jî li benda Sûnayê be ji lewra nikarim bibim evîndar.

Yorum bırakın