Zendên Bêzêr

Hin dîmen hene ku mirov nikare ji bin bandora wan derkeve, bandora wan dîmenan heta hetayî di binhişê mirovan de dimîne ku mirov ne dikare xwe ji wan azad bike ne jî dikare wan ji hişê xwe biqewitîne.

Rojeke payîzî ez û birayê xwe ji nav rêz hatibûn mal hêj em negihiştibûn mal me girseyek li ber derê me dî. Serê bavê min di ber wî de, dengê jinên gundiyan li asîman e. Aha wê demê tiştekî nuqutî dilê min…
Dîya min.!
Dîya min nexuyabû. Ne dengê wê dihate, ne jî pêjna wê xuya dikir.  Ji bo em meseleyê fêm bikin ez û birê xwe bi bezê çûn malê. Peyva ewilîn ku ku ji devê min derketibû “yadê” bû.

Dîya min li erdê di nava gola xwîneke sorî reşkokî de vezelandî bû. Min di jîyana xwe de xwîneke ewqas pir û ewqas sor nedîbû,  min pir caran dîbû ku heywan hatine serjêkirin lê min xwînek wisa zêde ti car nedîbû. Kêra bavê min ya kalanî di sînga dîya min de çikandî, rûyê wê hê jî bi wê êşa dawîn qurmiçandî, çavên wê ji tirs û êşê beloqî…

Bavê min diya me, jina xwe, qîza Ezoyê Şûrtûj kuştibû…..

Ji wê rojê û vir ve min êdî bavê xwe nedî û ez qet bi pey dîtina wî jî neketim…

Yek ji wan dîmenên nayên ji bîr kirin jî wê kêlîya ku xuşka min bêyî ku dê û bavê wê li cem wê bin, zewicî. Li ser rûyê wê ti îşareteke bextewarîyê tune bû. Bi hesreta dê bi hêrsa li bavê daweta xwe kiribû. Wê kêlîyê wek ku bi pênûsek bizmarî di mejiyê min de hatibe neqeşandin di hişê min de cihê xwe girt.

Wek ku min ewil jî gotî, hin kêlî hene ku mêjî nikare xwe jê bişone û ji xwe re xeyalên ji bilî wan dîmenan biafirîne.

        *****


Min li derî xist, li gel ez zanibûm ew li mal e jî dîsa derî venebû ji min re. Min derî lê dida her diçû ez hêrs dibûm û min derbeyên xwe zêdetir û stûrtir dikir. Lê ti deng û tevger ji hundir nedihat. Min kilîta xwe li qula derî xist, dengekî mekanîk ji zirza derî hat “klîk” ez ketim hundir. Bi wê hêrsê ez bi axaftinên xwe yên tewşomewşo û heqaretwarî  çûm oda razanê, lê ne li wir bû, ez navê wê dibêjim, deng jê nayê. Min li odeyan û metbexê nêrt. Ne li wir jî bû.

Êdî teselîya min ji lêgerîna wê ket, ez çûm hemamê. Rebbbî ev çiye, çavên diya min niha jî bi aramîyeke ku mirov ditirsîne li gel kenek nîvçemayî li ser rûyê wê cihê xwe girtibûn.

Xwîna ku ji wê çûbû ji ber tevlêbûna avê jî du qatî li ya diya min bû. Bêhemdê xwe çavên min li kêrek digeriyan, kêrek wek kêra bavê min kujer û mezin….

Li zendên wê du xêzikên ziravik ku ne bi kêrê lê bi gûzan hatibûn xêzkirin hebûn. Min destê xwe bir ser şahdamara wê lê ti liv di tamaran de tunebû…

Nizanim ji ber çi bû çiqa diçû êdî ez sekan bûbûm,  wek dîtina ewil ez ne bi dehşet bûm. Li ser dezgehê qaxizek bi destnivîsa wê hatibû nivîsandin hebû.

“Ji ber ku êdî nikarim bijîm ezê mirinê biceribînim, belbî bi kêrî min bê.      Rewşen”

Min jî bi pênûsa wê bi destên xwe yên bi xwîna wê sor bûne nîşeyek nivîsand.

“Ji ber nikaribûm yên diçin vegerînim va ye ez jî diçim.       Rêzan

Çavên min hêdî hêdî tarî dibin, serê min dizîvire, ez xwîna ku ji rehnên min diçe hîs dikim…

******

Wek hûn jî dibînin çawa ku ez nikarim yên çûne vegerînim herwiha nikarim li pey wan jî biçim. Qey ezmûna min jî ev e, afirîner min bi dîmenên ku ji bîra mirovan naçin diceribîne. Çavên diya min, kêra bavê min, hêsirên xuşka min, bişirîna rewşenê, xêzikên gûzanê yên li ser zenda min û hwd.

****


Dema ez çûme hundir, cîranên me yên bi dengê min dihisin, hinekê li benda min disekinin ku him mijarê fêm bikin bê ka gelo ez ji bo çi hêrs bûme him jî naxwazin rasterast têkevin navbera min û jina min lê piştî ku deng ji min dibile dixwazin bên cem me da ku şîretan li me bikin. Tên ber derî dibînin ku derî vekirîye, qey dema ez ketime hundir min ji hêrsan ji bîr kirîye ku derî bidim ber. Bangê me dikin, dinêrin deng ji me nayê û ew jî bêdestûr dikevin hundir, li nav malê digerin ta ku tên hemamê jî. Jixwe dewama wê hewce nake ez bibêjim ez va bi du nîşaneyên ser zendên xwe li vir im. Ceribîna Rewşenê jî serkeftî bû…

Yorum bırakın