Dostanî

Qehwecî hê nûh qehwe vekiribû ji bilî min û wî kes tunebû.  Ji ber ku me nexwestibû em li malê xurînîya xwe bikin a rastî ji ber acizîya wî ya duh êvarê ya ji ber wê keçika por zer a çavşîn me dil nekiribû em di mal de bimînin ( êvarê em li ser tiştî axivîbûn a rastî ew axivîbû û min guhdêrîya wî kiribû), bêyî ku em ji tiştek biaxivin me cilên xwe guhrtibûn û em serê sibê  demildest ji mal derketibûn. Armanca me tenê dûrketina ji mal û ji bêdengîyê bû. Me çend simît û poxaça sendin, em hatin vê qehweya ji taxê dûr. Di rê de jî kesî ji me neaxivî, wek ku me di navbera xwe de peymaneke veşartî destnîşan kiribe deng ji me nedibilîya.

Cixareyek ji tutûna Helhelê pêça xiste nava lêvên xwe bê yî ku vêbixe wisa sekinî, hilmek kûr kişand hundurê xwe û li min nêrî.  Wek ku ew li benda pêçandina cixara min be li çavên min dinêrî, çavên wî wek ku alîkarîyek ji min bixwazin bi dilêşî li min dinêrin. Bêhemdê xwe destê min jî qutîya cixarê girt û dîsa bêhemdê xwe, xwebixwe cixareyek pêça. Wî berê cixara min pêxist di dûv re a jî a xwe.

Hêj min cixara xwe nêvî nekiribû wî cixareyek din jî pêça, li ser masê danî û dîsa li çavên min nêrt ev nêrîn ne nêrîna berê bû ev nêrîn nêrîna şirîkatîyê bû ew xemgînîya li rûyê wî wenda bûbû. Niha jî bişirînek li ser rûyê wî rûniştibû te digot qey me sûcek kiriye û ji bilî min û wî kes pê nizane wisa dibişirîya. Min şirîkatîya bişirîna dostê xwe yî zarokatî kir ez jî di ber xwe de kenîyam û min jê pirsî;
– Dîsa çi hat bîra te,  Zoto?

Bişirîna wî veguhezî kenînekê ku mirov dibêje qey ji kenan nikare nefesê hilde, wisa bi hîqe hîq wisa bênavber. Ev rewşa wî ya hanê ez bêtir xistim nava meraqê min pirsa xwe dubare kir;
– Tu bi çi dikenî dînê heram, ji sibê ve ye ti deng ji te dernakeve,tu wek miriyên bêrih tevdigeriya niha jî tu dikenî û ti tiştek jî nabêjî.

Kenê xwe qut kir û dîsa li min nêrt;
– Wele ez te pîroz dikim Rûto, va tu bûyî sîh û heft salî hê jî te ji jinek hez nekir, te bi destê jinek jî negirt û te ti car jî ji ber bêjinî gilî û gazinek jî nekir.  Binêr li min heta niha bi dehan xoşewîstên min çêbûn, min her dem xwe bextewar hîs dikir lê wek te jî dî her dema ku jinek dev ji min berdide ez dikevim halê nehal ez dibim wek miriyên li ser pîya. Ê te qet derdek te yî wisa tune û tişta herî balkêş jî ew e ku her dema wisa tê serê min ez li derê te didim,  bêyî ku tu tiştek bibêjî tu ji min re dibî derman. Tu çawa karî wisa bibî, ji jinek jî hez nekî, jinek jî nexî jîyana xwe tu çawa karî wisa ji jinan û jinbûnê fêm bikî?

Min hinek lê nêrt min li cixara li ber wî nêrt min bi tevgerek lawaz cixare xiste nava lêvên xwe û wek kodekek memika dîya xwe bimije min jî qûna cixarê maç kir û pê xist, îcar jî ew ketibû nava meraqan,  bê wê çi ji devê min biherike malzaroka guhên wî.

– Ez hê biçûk bûm, min carek ji bavo pirsî , min got yabo, ji bo pêşerojek miştserkeftin çi divê?
Got; piştên miştavik û malzarokên mişthêk!

Min jî pişta xwe da pişta bavo û berê xwe da malzaroka yadê û ez bi bilikê xwe lîstim.  Pişta yabo pûç bû û bi demê re rizîya ez bêpişt hiştim lê malzaroka yadê ji min re bû ax û fêkîyên xweşik da min bilikê min jî bi çûyîna bavo re rizîya û ez jî bûm yekî hişk. Pişta min ji avikê zuha bû û malzarokek mişthêk jî rastî min nehat. Tu bêjî tu çawa ji jinan fêm dikî? Ez her roj bi hîsên yadê radikevim û radibim. Pişta min a zuha nebû sebebê serkeftinê lê min jî xwe qet û qet ji malzaroka jinan dûr nexist ne wek mêrek çavavik lê wek birayek, lawek, hevalek ez wisa li ber jinan bûm.  Ev yeka hanê ez mirim yekî pispor, pisporê jinbûnê.

Tu dibêjî te qet ji yekî hez nekir,  na ne wisa ye min hez kir,  min ji yeka weka yadê hez kir û min  xwest ew jî mîna yadê min bi dilê xwe, bi heza xwe bimijîne lê çi bikim wê ez ji xwe re nekirim mirî û ez di gorna dilê xwe de veneşartim. Ez jî bûm mirîyek bêbilik û bêmalzarok, ez jî bûm mirîyek bêgorn çimkî dibêjin axa laşê mirov ji ku be gorna mirov jî wir e wê ez bêgorn hiştim û laşê min jî li axeke din negerîya.

Zotoyî dosto wisa li min dinêrt ku tu dibêjî qey wî ez bêgorn hiştime, tu dibêjî qey wî ez bêpişt û bêax hiştime wisa sûcdar û melûl li min dinêrî.

– Rûto, te çima qet ji min re behsa evîna xwe nekir?
– A min ne evîn bû serborîyek ne xweş bû, min pêdivî nedî ku ez ji kesî re vebêjim, a rastî min dixwest vê mirîya hundurê xwe di gorna guh/dilê hinan de binax bikim lê kesî ji min nepirsî. Ji we welê ye ez yekî bêdil im, nizanim hez bikim, nizanim bigirîm, nizanim bikenim ji kêfan, ji we welê ye ez ne mirov im çimkî min qet hestên xwe ji we re negot.
– Ew kî bû, ew keçika ku tu bêgorn hiştî, tu bêmiraz kirî kî bû?
– Dev jê berde Zoto, her tiştî jî nizanibe kuro.
– Jixwe ez heta niha tiştek nizanibûme kî, min digot qey li ser rûyê erdê yê ku herî baş te nas dike ez im lê va xuya ye ez tiştek jî nizanim. Serê min biêşe têm ba te, hêj keçikek ku pê re axivîbim û bi te nedim nasîn tune, çiyê min hebe ez têm ji te re dibêjim lê te tiştek jî ji min re negotîye, te ne qala pişta bavo kiriye ne qala malzaroka yadê ne ya bilik ne jî ya ku tu bêhêvî hiştî kir. Tu hevalek çawa yî ku tu karî bûyerek bîst sal berê qewimîye ji min vedişêrî?! Tu dostek çawa yî ku te qet ez ji xwe re nekirime hemraz?!

Îcar jî ez li ser paldanka sûcdar hatibûm rûniştandin û wek min xîyanet li dîroka xwe kiribe min xwe sûcdar hîs dikir. Zoto,  hevalê minî herî qedîm, hevalê minî herî nêz niha ez bi çavên xwe yên pirsyarker dadiraztim.

Êdî çayê amade bû, qehwecî gihaşt alîkarîya min,  çayên me hanî. Min wek ku ji bavê xwe bi dizî tiştek kiribe û bavê min pê bihese wisa sûcdar wisa bi tirs dest bi xwarinê kir, Zoto jî ji çaya xwe vexwar, bi çavên muşfîq yên weka yên yadê li çavên min ên revokî nêrt û got;
– Li min bibore Rûto, min qet tu nas nekirîyî ,min qet li derdên te nepirsîye, lê ji niha pê ve derdê te derdê min e, tu yê dilê xwe ji min re vekî û hestên xwe jî bi min re parve bikî, ezê bipirsim tu yê bibersivînî.

Destê xwe li milê min da û bi bişîrîna dostanîyê bişirî dest bi xwarinê kir.

Dostanî” için 2 yorum

Yorum bırakın