Şevşerab

Dîsa şevek ji wan şevên xembar û bi girî ye, şeva şerabê ye, hêj wî dest bi vexwarina şerab û rijandina rondikan nekirîye û ez jî nekirime cuhîyê li ber dîwarê girîyê ezê bi kurtasî behsa wî/xwe/şevênşerabî bikim.
Di van şevên ku wî ji bo min û xwe kirine şevên şînê, di seetên zûtirîn de ew şeraba xwe datîne ser masa xwe bi qurtên biçûk dest bi vexwarinê dike her ku şev derengî dibe ew jî hêdî hêdî vexwarina xwe û vegotinên xwe yên ku bi dirûşmeya sêwîyekê li hember jiyanê ji xwe re xwebixwe digirî,xwebixwe diaxive û xwebixwe gazinan dike. Li gel dizane dengê wî ji bilî wî naçe ti kesî (haya wî ji min nîn e), dîsa jî bi heman terzî bi heman monolog/monogazind/monogirî/ monomonîyê ji zarokê hundurê xwe re vebêjekên nelicîh, mikûrhatinên nebihîstî, peyvên mê/jin/qîzînî diyarî dike. Rondikên şil/tazî/stûxwar ji malzaroka çavên xwe diwelidîne û ji wî zarokî re şerjê dike, dike qurban. Nizanim ji çi ye çima wisa dilê xwe bi xwe dişewitîne û xwe li ber dergeha zarokê hundurîn/mirî/kêmvejîn dike kûçikek ji kûçikên Bektaşîyan!?

Mirov dema tenê dimîne nexasim mirov dema tenê vedixwe hemû bîranînên jibîrbûyî dibin hêsirên çavan,êşên dilan, xwezîyên dilşewat û dibin mêvanê dil û mejiyê mirov. Teqez yê wî jî wisa ye, tenê ye û tenê vedixwe. Min hêj nedîye ku wî kes li mala xwe kirîye mêvan an jî ew çûye mêvandarîya kesî ji bilî Gulîzera qehbik. Ew jî hema bêje mehê carek an ew dihatin mala wî an jî an jî ew diçû li mala wê şevder dima. Min qet nebihîstîye wî behsa jinan jî kiriye ji zarokê hundurîn/sêwî/hêtîm re. Di heftê de du şevan vedixwe, dema vedixwe jî wek filehek bixwaze gunehên xwe bide efû kirin wî jî temmamê tiştên jîyaye û difikire li ber zarokê hundurîn,( ku ez bawer im ew jî zarokatîya wî ye) vedireşe.

Her şeva ku şeraba gunehbar/guhkerrkar vedixwe wisa lê tê. Ez dibêjim dîsa bîranînên wî yên xembar/serxweşkar tên û mejiyê wî dagir dikin û wî didin ber kêra belengazîyê. Dema ez wî di vê rewşê de dibînim ez jî dibim wek wî, dibim hêtîmek ku neh mehan di malzaroka qehbedêyek de ji mazûvanîya dayîka xwe nerazî. Ez jî dilê xwe bi xwe/wî/zarokêhundurîn tînim û hêsiran dibarînim. Qey ez jî ne ji ber tenêtîyê lê ji ber ku ew, tenêtî û bêkesîya xwe di çavên min re dike hestyar dibim, dibim evdek gunehkarê jibîrkirinê û xwezîya xwe bi tenêtîya wî tînim.

Dema bîranîn wek refên hechecikên ji hecê vedigerin dilê netemam, mirov çiqas temam be jî xwe kêm hîs dike, dilê mirov dibe wek welatek dehparî. Jixwe ku ev bîranîn, qedera mirov be mirov nikare xwe ji bin nalên hespederdan xelas bike.

Gelo hûn pê dizanibûn ku ew jehreke û ji marê bavek nediyar herikîye Qul/kun/ goristana qehbik/ferîşteh/perîyeke bêguneh ? Hûn dê ji ku zanibin?! Wî ji kesî re ev çîroka xwe negotiye ji bilî min, a rast ji min re jî negotîye. Lê ezê ji we re bi kurtasî behsa wê şeva ku ez kirim şirîkê êş/guneh/xema xwe jî bikim. Dîsa di şevek wisa tije girî de bêhna şeraba xwe berdabû ser taxê û bi wan monomonokên xwe zikê şevê diqelaşt, bi dengê xwe yî wek dengê kodekan digiriyan û gazinên xwe dikir. Ez wek her demîn li cihê xwe sekinandî û li benda axaftin û girîyên wî bûm. Min nêrt bîstek sekinî hêsirên xwe paqij kirin, îskana şeraba xwe ji şûşeya nûh tije kir, qurtek mezin jê vexwar , bi qêrînek ku te digot qey piffa îsrafîl e li gerdûnê, ji gerdena wî welidî guhê odeya wî tije kir. Got: ” ez kurê bavê diya xwe me diyarîyeke neşûştî me ji cîhana ku wek malzaroka diya/xuşka min bi sperma bavo/kalo hatîye teberruk kirin.”

Ev çi peyv bû min fêm nekir bavê dîya mirovî çawa dibe bavê mirov ?? Min wê şevê serê xwe bi wê gotinê êşand, li ser fikirîm di dawîyê de min fêm kir bê mesele çi ye lê heta min fêm kir ew raket û carek din jî wî ev dîyarîbûna xwe nehanî zimên lê min jî qet ji bîr nekir.
Ji wê şevê û bi vir ve ez her şeva şerabî ji bo wî bîncê kalo/bavo rondikan dirêjim lê rondikên min naherikin, heke rondikên min zuha/hişkînl nebin dê qaxizê ku ez lê hatime rismandin şil bibe an dê qaxiz biqete an jî dê murekepa ku sûretê min pê hatîye neqişandin biherike û sûretê min ji holê rabe. Heke ez jî ji holê rabim/ biqedim/ bimirim dê kî karibe derdê vî belengazî vebêje?

Ez kî me? Ez netiştek im ji bo casûsîya derdên wî bikim, li ser qaxizek zer bi hubreke sor hatime xêz kirin ji bo gunehên bavo/kaloyan ji dilê gunehbaran bidizim û dîyarî bikim ji malzarokên mejîyên pak re. Şşşş dengê xwe nekin va dîsa dengê şûşa şerabê tê….

Yorum bırakın