Merheba Nalan

Merheba Nalan
Merheba ferişteha xemgîn
Merheba Nalan
Merheba kulîlka xeyîdî
Merheba Nalan
Merheba buhoka peçiqîn
Merheba Nalan
Merheba rastiya hezîn

Merheba Nalan
Ev tu yî?
An jî ez dibêjim qey tu yî
Bila yek qurmiçikek li min de
Ka were ronahîyê ez te bibînim
Wan çavên te yên ji derewan jî derwîn
Yên min yeknesak dikin

Merheba Nalan
Ma tu ji amortî derketî rinda min?
Binêr, dîsa te em şapoşewlo kirin
Me çi xweş jî ji bîr kiribû
Û çi xweş qedîya bû
Ew rêzefîlma dû-dirêj a beredayî
Te dî di beşa dawîn de te bêbextî li min kiribû
Tu çûbûy koşka Nûbar Beg ya Tarabyayê
Te dî, te li cem hevalê min Xalîd Akçatepe
Ez red kiribûm
Ha wê demê tu di çavê min de bûy wek alavek kevin a êdî kevnefiroş jî nagirin, ji bo min tu nemabûy

Merheba Nalan, merheba
Rêwîya bêbilêta behra poşmanîyan
Merheba,lîstikvana qerekterê çîna duduyan a xeyalên artîstbûnê
Ez di dê… gel û bînerên rêzdar
Ez di dê…
Ez di dê….
Binêr ezê bigrîm ha
Zû bila yek vanayên xerabe yên çavên min bigire
Halbûkî,  di wê rêya febrîqê de
Em bi hev re şil bûbûn, di gelek şilîyan de
Û wê rojê, nale nala ajaleke feqîrik bû li nava herîya kêleka rê
Ku Nûbar beg lê xistibû û revîyabû
Û ji bo wê ajalê jî êşîyabû
Wî dilê te yî ezperest
Û min, ewilîn tu wisa nas kirî
Û rehnên min jî wisa kir qijînî

Merheba Nalan, Merheba
Keçika herî qure ya taxa me ya jar
Merheba, ya ku ketibû torên şaş
Ew  masîstêrka muhteşem
Dema min li te dinêrt, ez tije dibûm wek ewran
Ez tije dibûm û nikaribûm bi ti hawayî bibarim
Dema te li min dinêrt
Kelogirîyekê xwe li qirika min digirt
Xurûrekê ez digirtim, nikaribûm bigirîm
Ez çi serketîyê te bûm!
Te dî çawa ajal çêlikên xwe dialêsin
Eynen wisa
Çi bengînî bû ya me
Te dî,  Ferhat çawa çîya qul kirine
Eynen wisa
Û ew çûyîn çûyîneke çawa bû
Te dî, trênek tê di ser re derbaz dibe
Eynen wisa
Of Nalan of
Heke tu zanibî min çi kişandine
Tu yê ji ber vê xeberê bimira
Ez ewqas bibêjim:
Te dî, tu bibûya kevirek
Yanî tu bibûya kevirek
Tu yê bibûya du felqe
Neçe Nalan, bise
Ji kerema xwe dîsa neçe
Tu guh nede gotinên minên eletewş
Naa ..  na ez nagirîm
Qey dûya cixarê kete çavên min
Belbî jî tu mafdar bûy
Li vê taxê ne rêya te vedibû
Ne jî qama te dirêj dibû
Him diya te jî miribû
Û kolana we,
Bi qasî ku nikaribe êşa te hilgire teng bû
Her tişt berbipaş ve diçû
Xelkê dest ji kar û barê xwe berdabû
Li ser me difikirîn
Di bin me de palas tunebû
Li ser me xanî tunebû
Keçika ereb di şibakê de dinêrî
Piştî tu çûyî, ez
Qe nepirse
Min destê xwe avêt çi karî, min ew kar xera kir
Çimkî tekane tişta te bi min bide jibîr kirin ev bû
Min hemû qezencên xwe dan ser şerabê
Lê kirasê te yî bûkanî hê jî li cîhê xwe ye
Min mala me ya bi pencera bê ya mîratmal jî nefirot
Heke derewan dikim, ji cîhê xwe ranebim
Min yek rojek jî tu ji bîr nekirî

Merheba Nalan
Merheba ferîşteha xemgîn
Merheba bextreşa min, bêsiûda min
Merheba destê minî lerzok, pişta mina bi êşk
Çonga mina bi êş, jêvenegera min
Lê Nejdet Tosûn mir
Êdî tu yê xwarinan bipêjî
Ezê jî zeletê çêkim
Wek Samî Hazînses nebe jî
Ezê bexçe bi kulîlkên tu ji wan hez dikî bixemilînim
Kemal Sûnal jî mir Nalan
Me hebo hebo apo yên dilqenc bi rê kirin
Û dinya qirêj bû
Fîlm xera bûn
Êdî wan evînên bêguneh nayên jiyîn
Tu heyî, ez heme
Û dinyayeke bêûjdan heye li der
Fîlma rasteqîn niha dest pê dike
Di vê sînemayê de temamê paldangan vala ne
Merheba Nalan, merheba
Tu pîrepisk ez pîrepiskeke şaşwaz
Law ji te hez dikim
Law  ku der zirav e bila wir biqete

Ûsiv xeyaloglu
Werger ji tirkî : Dilbirîn Dilo









Merheba Nalan” için 2 yorum

Yorum bırakın