Bêyî ku haya wî ji kesê hebe di destê wî de bavûlek kevin ket hundir. Nizanibû ku ji bilî wî haya herkesê jê hebû lê ew di xema kesê de nebû. Her kes di tatêla jiyana xwe  de, li vê kafeya biçûk rûniştibû.
Çû li ber maseya ku hinek ji yên din dûr sekinî û bi wê xemsariya xwe li dora xwe mêze kir lê dîsa jî valahî didî di wê kafeya bi piraniya mişteriyên wê ji cotan tijje bûye.

Berê avek ji garson xwest, di dûv re dîsa bi wê giranîya ku hê jî ji ser xwe nehavêtîye li dora xwe nêrt,li valahîya xwe nêrt û bi tevgerek tirsnak li ser kursîya darîn rûnişt. Piştî ku garson ava wî da ber wî jê pirsî gelo daxwazîyek wî ya din heye an ne. Spasî ji garson re kir û dîsa vegerîya nava xwe

Ne mîna ku li vir di nava şênîyên bajêr de be, xwe dîsa mehpûs, girtî hîs dikir

Yorum bırakın