Nafikirim an jî nefikirinê difikirim ji ber min dest bi vê çalakiyê kir ez dinivîsim. Zêde heye an tune wî jî nizanim û xema min jî nîn e, seksîst difikirim jin kirin kîjan dibînim seks tê hişê min pirtûkan dinuvîsim di holê xwe de helbest jî êdî ne mîna berê ne carna tên,dengê cehaletê tê guhê min ev çalakî jî ji min re ne mîna ku rast  be  lê ji bo paqijîya binhişê xwe divê vê bikim,

Mirin jî tê hişê min,gelo ezê bimirim wê çi bibe cinet cehnimê horî jî hene şerab jî,nizanim heke axret hebe teqez ez cinetî me,qet dojehê nafikirim. Xweda heye tune ez li ser wê jî difikirim lê nizanim wê çawa bibe, a rastî hebe tunebe jî ne xema min e.

Evîn, ez hez dikim lê nayêm hez kirin,wisa hîs dikim. Evîna min mîna mazî ye,li kîjan dilî diçînim hêşîn nabe ji ber wê êdî newêrim hez jî bikim. Carina xwe wek ku ne hêjayî hezê hîs dikim ,baweriya min dişike ji mirovan û ji xwe nefret dikim  dixwazim bimirim. Carina jî dilê min bi min dişewite heyfa xwe bi xwe tînim. Hasilî bikutim evînê jî:)

Têkilîyên minên malbatî,nizanim çawa ye lê pir pir pasîf im. Teqez ji ber bavê min e bandora têkiliya wî û diya min li ser vê pasîfîya min heye. Mirovek mukemmelîyetçî ye ji tiştek razî nîn e. Ez bawer im jû ber wî ye ku ez ji temamê desthiladdariyê nefret dikim,heta ji desthilatdarîya xwedê jî nefrer dikim.

Yorum bırakın