Li ser kar im

Ez îro dîsa westîyam, hingê westîyame destê min nikarin kefçîyê hildin.  Gel û xwendevanên xoşewistên ku li benda nivîsek xembar in.

Lê ez vê qencîyê bi we nakim,pêşîyan çi gotine,gotine qencî kurê kerê ye gel û hevalên qencîyan nakin û ji her kesê jî qencî dipên.

Nizanim nivîs li dora çi digere lê min nîyet heye ez çend tiştan ji we re binivîsim gel û xwendevanên ji xwendinê hez dikin lê nivîsên dirêj naxwînin.

Ha me got bila nivîsek ne xembar be lê bila çi be,tabî kî dîsa mijar erotîzm e bêguman,ma nivîsek ji pênûsa Dilo biherike û bi penîsê ve neyê girêdan dibe! Gel û bînerên, pornoyan bi dizîka temaşe dikin û li holê qala exlaqperestîyê dikin.

Min pir dirêj kir ne? De bila xêr be lo, heke we heta vir xwendibe hûnê du risteyên din jî karibin bixwînin, gel û hevalên ji herkesê re dibêjin bixwînin û qet naxwînin.

Ez îro dîsa ji ber westandinê kêlîyek bi wew ve çûme. Erê erê şeytan dîsa hat xewna min em bi hev kenîyan. Gel û cemaata ku bi her tiştî dikene û herkesê bi xwe dide kenandin lê ji kena şeytan fedî dike.

Min di xewna xwe de dît ku horîperîyek porxelek û çav belek li ser sînga min sûwar bûbû û ez di bin xwe de dipeçiqandim. Gel û xendevanên tim ji i serketinê hez dikin û dixwazin lê qet naxwazin xwe bikin bin.

Erê xewn ev bû mijar ev bû. Gel û hevalên nivîsa min dixwînin û dibêjin ev çi nivîs bû belqitîyoo.

Yorum bırakın